Tevgera Azadî: Dewleta Tirk dagirkeriya li Başûr zêde dike lê PDK, PKK’ê sûcdar dike

Desteya Giştî ya Tevgera Azadî li Kerkûkê li ser pêşketinên dawî yên li herêmê daxuyaniyek çapemeniyê da. Tevgera Azadî destnîşankir ku sedema hemû pirsgirêkên heyî desthlata heyî ya li başûr e.

Hevserok û endamên Tevgerê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin gelê Kurd di bin êrîşên mezin de ye û berpirsê hemû pirsgirêkên li herêmê qewimne, desthilata niha ya Başûrê kurdistanê ye.

Hat gotin destwerdana welatên derve û bê îradebûna desthilata başûr, bûne sedem ku carek din Kurd li Başûr bi Iraqê re pirsgirêkan bijîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku dewleta Tirk pêngavek mezin ya ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û wiha hat gotin,

“Hikumeta Herêmê li şûna dijî dagirkeriyê li Iraq û navendên navnetewî kar bike, Partiya Karkerên Kurdistanê sucdar dike. PDK, PKK’ê weke pirsgirêk dibîne. Lê dewleta tirk îsal li ber çavê hemû cîhanê dagirkeriya xwe ya li gelek herêman dewam dike.”

Back to top button