PERGALA S-400.. “PIŞTÎ HATINA 2 QEFLAN.. EMERÎKA BI RASTÎ MIJARA CEZAYAN LÊKOLÎN DIKE”

Piştî peyabûna alavên 2 qeflên pergala S-400 li balafirgehên Enqereyê.. Waşinton êdî mijara cezayan lêkolîn dike.

Çavkaniyên taybet ji ajansa Bloomberg a Amerîkî re diyar kir ku serokê Amerîkayê Donald Trump komek ceza li dijî Tirkiyê amade kiriye û got:

Ji nava 3 kom-cezayan, birêveberiya Amerîkî komek bijartiye.. ew jî li gorî qanûna dijberên Amerîkayê ye.

Tenê maye Trump li ser îmze bike.

Çavkaniyan da zanîn ku rêveberî li benda derbasbûna bîranîna darbeya leşkerî ya Tirkiyê ya 2016’an e, da rewşê aloztir neke.

Ev plan piştî gotûbêjên navbera berpirsên wezareta derve, parastinê û konseya ewlekariyê ya netewî hat amadekirin.

Ajansê duh ragihandibû ku wê Waşinton ne tenê Tirkiyê ji bernameya F-35 derxîne, lê belê wê cezayan li şîrketên Tirkî yên leşkerî jî bibire.

Ji aliyê xwe ve, siyasetmedarê Îsraîlî Yair Lapid bang li Amerîkayê kir ku dewleta Tirk ji bernnameya F-35 biqewitîne û got:

Min par Kongressa Amerîkî agahdar kiribû ku Enqere wê hemû gefên we paşguh bike û S-400 werbigire.

 

Leave a Reply

Back to top button