12’emîn Hefteya Çanda Kurd wê îro bi şahiyek bidawî bibe

12’emîn Hefteya Çanda Kurd li bajarê Baselê yê Swîsreyê didome.
Hefteya Çanda Kurd a ku her sal li bajarê Basel ê Swîsreyê bi awayekî kevneşopî tê lidarxistin.
Doh di roja 3’an de li ser dengbêjiyê nîqaş hate kirin û stranên dengbêjî hate gotin.

Di çalakiyê de şanoya “Bêlome” ku ji aliyê hunermendên girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Kurd a Swîsreyê ve hatibû amadekirin û fîlma ku jiyana têkoşînê ya Sakîne Cansiz vedibêje “Jiyana Min Her Şer Bû” hatin nîşandan.

Li wir hunermend Cewad Merwanî, Hozan Şemdîn, Şengul Aslan û Kawa Urmiyê berhemên xwe pêşkêş kirin, helbestvan Dîlber Hêma jî helbest gotin.

Di çalakiyê de bi pêşkêşkirina Nivîskar Yaqûp Tilermenî li ser dîroka dengbêjiyê nîqaş hate kirin.

Îro wê 12’emîn Hefteya Çanda Kurd a Baselê bi şahiyek bi beşdariya hunermend Hîvron, Xecê û Dîlan Top bi dawî bibe.

Back to top button