Ozturk Turkdogan: Li girtîgehên Tirkiyê 300 hezar girtî hene

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bal kişande li ser tecîrda giran ya li ser Rêber Apo û diyar kir ku li girtîgeha Îmraliyê bêqanûniyeke vekirî tê kirin û divê li dijî vê yekê bê derketin. Turkdogan bal kişande li ser rewşa girtiyên nexweş yên li girtîgehan jî û got, “Ji ber ku pirsgirêka kurd nehate çareser kirin girtîgeh ketin jî ketin vê rewşê.

Êşkence û binpêkirinên mafan ên li hemû girtîgehên Tirkiyê, dewam dikin.

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan-ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, têkildarî mijarê nixandin kir.

Turkdogan bal kişand ser rewşa girtîgehan û got:

“Li Tirkiyê politikaya dewletê ya hebskirinê heye, ev jî polîtîkayeke ne mirovî ye.

Niha girtîgehên ku şertên wan ji Tîpên F’yan girantir çêdikin.

Li girtîgehên Tirkiyê nêzî 300 hezar girtî hene.

Girtîgehên mezin tên çêkirina û bi hezaran esker lê tên bicihkirin, Çima nexweşxaneyeke baş nayê çêkirin?

Hejmara girtiyên nexweş her dem zêde ye.

Tevî ku nikarin bimînin jî, wan di girtîgehê de dihêlin.”

Turkdogan: Neçareserkirina pirsgirêka Kurd girtîgeh kirin vî halî

Turkdogan, diyar kir ku ji ber desthilatê pirsgirêka kurd çareser nekir girtîgeh ketin vî halî û wiha domand:

Tirkiyê di vê pêvajoyê de wijdana xwe winda kir.

Şer çawa heqîqetê dikuje, wijdanan jî reş dike.”

Turkdogan, bang li partiyên ku li Meclîsê, desthilatê û li Wezareta Dadê kir ku di çarçoveya Rêziknameya Mandela ya Neteweyên Yekbûyî de ji nû ve “Qanûna Înfazê” bigirin dest.

Turkdogan: Li Îmraliyê bêqanûniya vekirî heye

Turkdogan, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û got:

“Bêqanûniyeke vekirî li Îmraliyê heye.

Divê mirov îtîraz bike û li dijî derkeve.

Em ê bi vî awayî pêş ve biçin.

Bi mehan e em dixwazin bi Wezareta Dadê re li ser van mijaran hevdîtinê bikin, lê wan bersiva daxwaza me ya hevdîtinê nedane.

Pêwîstî bi çareseriyên bi bandor û bileztir heye.

Divê girtîgeh bibin rojeva yekemîn a desthilata ku dê were.”

Back to top button