Li girtîgehên Tirkiyê hezar û 605 girtiyên nexweş hene

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiyê 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Tevî ku raporên girtiyên nexweş ên “nikarin di girtîgehê de bimînin” hene jî lê nayên berdan. Nobedên edaletê yên malbatên girtiyên nexweş û rêxistinên sivîl dane destpêkirin jî dewam dikin. Her wiha ji bo berdana siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk ku rewşa wê giran dibe, kampanya îmzeyan hat destpêkirin.

Li girtîgehên Tirkiyê her roja ku diçe zext û binpêkirinên mafan zêdetir dibin.

Bi sedan girtiyên nexweş bi awayekî bêhiquqî tên dîlgirtin.

Tevî ku raporên girtiyên nexweş ên “nikarin di girtîgehê de bimînin” hene lê nayên berdan.

Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiyê 604 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene.

Ji wan girtiyên nexweş yên bi navê Serdal Yildirim û Ergîn Aktaş ku rewşa wan nebaşin heman demê de astengdar in.

Tevî ku Serdal Yildirim û Ergîn Aktaş astengdar in lê nayên berdan

Yildirim ji navê berjêr felc e û Aktaş jî her du destên wî nînin.

Yildirim li gor rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ji sedî 98 astengdar e û bi erebokê jiyana xwe didomîne.

Saziya Tiba Edlî derbarê Yildirim de 3 caran û derbarê Ergîn Aktaş de jî 5 caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da.

Lê belê Yildirim û Aktaş her du jî ji ber beyanên “ji bo civakê talûke ne” ên midûriyetên polîsan nayên berdan.

Têkildarî rewşa Yildirim dayika wî Fatma Ozdurak ji ajansa Mezopotamyayê re axivî û ev tişt anî ziman:

Dayik Fatma anî ziman ku kurê wê Yildirim di hevdîtina telefonê de têkildarî rewşa Ergîn Aktaş jî gotiye:

“Rewşa wî û Ergîn nebaş e, Ergîn gava dikuxe xwîn ji devê wî tê.”

Dayik Fatma di dawî de diyar kir dewlet girtiyan bi zanebûn dihêlin benda mirinê û got:

“Ger tiştek bê serê zarokên me were emê hesabê wan bipirsin.”

Ji girtiyên nexweş yên bi navê Erol Zavar yê 53 salî û Cîhat Ozdemîr yê 51salî jî bi nexweşiya penceşêrê ketine.

Her du jî xizmên hev in û 22 sal in di girtîgehê de ne.

Di çarçoveya nobedên edaletê yên malbatên girtiyên nexweş û rêxistinên sivîl dane destpêkirin de, malbata Zavar û Ozdemîr daxwaza berdana zarokên xwe kirin.

Li gelek welatan ji bo Aysel Tûglûk bê berdan Kampanya hat destpêkirin

Li aliyê din ji welatên cuda jinan ji bo berdana siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk ku rewşa wê giran dibe, bi sernavê “Ji bo Azadiya Aysel Tûglûk 1000 Jin” kampanya îmzeyan dan destpêkirin.

Di çarçoveya kampanya ku ji Amerîka heta Almanya, ji Hollanda heta Swêdê li gelek welatan jin li kampanyayê xwedî derdikevin.

Back to top button