Şêniyên Hesekê daxwaza çareserkirina pirsgirêkê dikin

Pirsgirêka qutbûna ava Hesekê hîn bi dawî nebûye.
Şêniyên bajar jî ji ber pirsgirêkê bi gazinin û daxwaz çareserkirinê dikin.

Rêveberiya Avê jî diyar kir ku dewleta Tirk ji 3’yan yekê ava li ser herêmê qut kiriye. Her wiha ji 30 bîrî tenê 17 tên pêxistin.
Ev yek jî bûye sedema derketina pirsgirêka avê li herêmê.

 

Dewleta Tirk a dagirker bi her awayî êrîşî xelkê herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dike.

Dewleta dagirker ji destpêka ku stasyona Elok dagir kir, zêdetirî 5 caran av qut kir.

Her 5 rojan carekê av dighêje taxên bajarê Hesekê.

Ev çend rojin û bi taybet bi hatina demsala havînê re şênî ji ber kêmbûna avê gazincan dikin.

Şêniyan diyar kirin ku ew bi rêya galonên avê ji xwe re depoyên li ser xaniyan dadigrin.

Her wiha daxwaza çareserkirina vê pirsgirêkê ji aliyên têkildar kirin.

Rêveberiya Avê ya kantona Hesekê anî ziman ku dewleta Tirk ji sêyan yekê ava li ser herêmê qut kiriye.

Her wiha ji 30 bîrî tenê 17 bîr tên bikaranîn.

Rêveberiyê destnîşan kir ku dewleta Tirk xebatkar ji stasyona Elok derxist û niha nizanin çi di hundirê wê de, diqewime.

Her wiha Rêveberiyê got, yek ji serbazên dewleta Tirk ferman da çeteyên ku stasyonê pêdixin ku zêdetirî 3 dînemoyan, pênexin.

Back to top button