KCK: Di meha Remaezanê de Yekîtiya xwe xurtir bikin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê ji bo meha Remezanê daxuyaniyek da û got:
“Em bang li gelê xwe dikin ku têkoşîna xwe di vê meha Remezanê de hîn mezin bikin.
Ji ber ku ji bo Misilmanên di bin êrîşa înkar û îmhayê de ne, berxwedan mîna îbadetê ye.”

Sibê roja yekemîn a meha remezanê ya alema îslamî destpêdike.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê jî ji bo meha Remezanê daxuyaniyek da.

KCK’ê bang li alema Îslamê kir ku di meha remezanê de hestên yekîtî, yekbûn, xwişk û biratiya gelan hîn xurt bikin û got:

“Di serî de Misilmanên Kurdistanî, em ji hemû Misilmanan hêvî dikin ku berê xwe bidin avakirina xwişk û biratiya gel û baweriyan, yekîtiya gelan xurt bikin.

Gelên Rojhilata Navîn û civatên Misilman îsal di nava şer de, di bin êrîşên mezin ên qirkirinê de wê dest bi rojiya Remezanê bikin.

Em hêvîdarin ku meha Remezanê ya bi xêr a îsal bibe wesîle ku alema Misilman li ser zor û zehmetiyan hîn bêhtir bifikirin, çareseriyê biafirînin.

Bi wesîleya meha Remezanê em bang li Misilmanan û hemû bawermendan dikin ku li dijî aliyên ku pîrozmendiyên olî bi kar tînin û dixwazin civakan li hemberî hev bidin şerkirin, helwestê nîşan bidin.”

KCK: Ji bo misilmanên di bin êrîşa înkar û îmhayê de ne, berxwedan mîna îbadetê ye

KCK diyar kir ku Dewleta Îsraîlê li dijî gelê Fîlîstînê, dewleta Tirk jî li dijî gelê Kurd di dijminatiyê de roj û mehên pîroz nas nakin û wiha pê de çû:

” Em bang li Misilmanên Tirkiyî û gelê Îsraîlê dikin ku li dijî mejiyê dewletê, bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk têbikoşin.

Her roj gelê Kurd bi çekên qedexekirî têne kuştin û Rêber Apo di bin tecrîdê de ye û li zindanan gelê Kurd di greva birçîbûnê de ye, her wiha li Rojava, Şengalê, Başûr êrîşên qirkirinê dewam dikin.

Dema ku ji vî alî ve bê nirxandin, berxwedan û çalakiyên Kurdan ên li hemberî êrîşan bi qasî Rojiyê xêr e.

Ji bo Misilmanên di bin êrîşa înkar û îmhayê de ne, berxwedan mîna îbadetê ye.

Misilmantiyê hêzên mîna AKP-MHP-Huda Par, bi qirêjkirina Îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, her tiştên ku di bin navê xêrê de dixwazin li Kurdistanê di meha Remezanê de belav bikin heram e.

Em di wê baweriyê de ne ku hûn ê vê meha Remezanê bi berxwedaneke mezin bikin wesîleya biryardariya ji bo bidawîkirina dagirkeriyê.”

Back to top button