Kongreya 4’an a Partiya Sûriya Pêşerojê 27’ê Adarê li dar dikeve

Partiya Sûriye Pêşerojê piştî ku kongreyên xwe yên şaxî li herêmê li dar xistin, niha amadekariyan dike ku kongreya xwe ya 4’an bi beşdariya hezaran delegeyan di 27’ê Adarê de li dar bixe.

Çaverê ye ku guhertin di rêziknameya partiyê de bê çêkirin, sazûmaniya partiyê li gorî pergala hevserokatiyê bê guhertin, meclisa giştî ya partiyê bê hilbijartin û li gorî guhertinên siyasî û leşkerî nexşerêya partiyê bê guhertin.

Derbarê van guhertinan de serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Îmad Mûsa wiha axivî û got:

“Ji bo ku em xwe bigihînin gelê Sûriyê li tevahî herêman û ji bo ku partiya me bibe alternatîfê partiya desthilatdar a li Sûriyê, divê pergala heyî li Sûriyê bê guhertin û bibe pergaleke pirreng û nenavendî.

Diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî dê rojeva kongreyê ya sereke be.”

Back to top button