Şêniyên bajaroka Til Helef ê rojavayê Serêkaniyê, li dijî kiryarên çeteyan xwepêşandanek li dar xitsin.
Li Serêkaniyê a dagirkirî jî hêrsa welatiyan ya li dijî kiryarên dagirkeran zêde dibe.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku gelek şêniyên bajarokê Til Helef ê rojavayê Serêkaniyê ya dagirkirî daketin kolanan û xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandêran binpêkirinên li Serêkaniyê û gundewarên wê şermezar kirin û daxwaza vekirina nexweşxaneyên ku girtine, kirin.
“Polîsên Sivîl” ên dewleta Tirk û çeteyên wê, êrişî xwepêşandêran kir û hêzên artêşa Tirk jî hin rê girtin.
“Komîteya Tibî û polîsên sivîl” ên dagirkeran 28`ê Hezîranê, dermanxane girtibûn û dermanên li Serêkaniyê jî desteser kiribûn,
hin ji wan li pêşiya ragihandinê şewitandin û hin jî piştî xwediyên wan bertîl dan, li wan vegerandin.