Parêzerên Minbicê 2’emîn konfransa xwe pêk anîn

Yekitiya Parêzeran a Minbicê bi slogana “Parêzer Siwarên Edaletê ne” 2’yemîn konfreansa xwe li darxist.

Di konferansê de nêzî 70 parêzerên Minbicê û nûnerên ji Rêveberiya Sivîl a Demokratîk amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê ji aliyê endamê meclîsê ve axaftin hate kirin.

Endamê Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê Ehmed Hesen diyarkir ku cihê parêzeran pîroz e, ji ber bi dozgeriyê re piştgiriya pêkanîna edaletê bi rêya lêkolînkirina li rastiyê, dike.

Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Nezîfe Xelo jî axivî û destnîşan kir ku pîşeya parêzeran, pîşeyekî exlaqî û mirovî ye.

Hevseroka Rêxistinên Civaka Sivîl Sîham Qenber lidarxistina konferansê pîroz kir û got:

“Dê lidarxistina konferansê bibe stasyoneke cidî ya xebat, rêxistina civaka sivîl”

Piştî axaftinan, Xelîl Ehmed û Mihemed Osman wek hevserokatiya Meclisa Yekitiya Parêzeran hatin hilbijartin.

Back to top button