
Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Hemade û soz da heta armanca şehîdan pêk were, dev ji rêya şehîdan bernedin.
Bi sedan şêniyên Hesekê û gundên derdorê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Mehmûd Hemadê bûn.
Mehmûd Hemadê 24`ê Îlonê dema ku bi erka xwe radibû şehîd bû.
Di merasîmê de Kesên ku axivîn sersaxî ji malbata Şehîd re xwestin û wiha gotin:
Şehîd Mehmûd û hevalên wî ji bo jiyana birûmet ji gelê xwe re biafrînin, canê xwe feda kirin.
Em soz didin ku emê rêya şehîdan bişopînin armancên wan pêk bînin.