Hesekê-Şehîd Mehmûd Hemade bi merasîmekê hat oxirkirin

Xelkê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn “Asayiş’ şehîd Mehmûd Hemade bi merasîmekê spart axê.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Hesen Hemade dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawdiyê spart axê.

Di merasîmê de li ser navê Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn, soza şopandina xeta şehîdan dan û gotin:

“Dijmin dixwazin planên qirêj li Rojava pêk bînin û îradeya gelan bişkîne.”

Lê bi saya gel û fedekariyên şehîdn hemû pilanên dijmin têk diçin.

Dawiyê wesîqeya şehadetê hat xwendin, radestî malbatê hat kirin û cenaze bi dirûşman hev veşartin.

Back to top button