Fîlmê “Ji bo Azadiyê” xelata Palmiyeya Bronz wergirt

Fîlmê Ji bo Azadiyê ya ku qala berxwedana Sûrê dikir, di festîvala fîlman a La Mostra De Valencîa ya navneteweyî de xelata Palmiyeya Bronz wergirt.

Fîlmê Ji bo Azadiyê ya ku derhêneriya wê Ersîn Çelîk ê Kolektîfa Sînemayê ya Rojava dikir,  di festîvala fîlman a La Mostra De Valencîa ya navneteweyî de ya li bajarê Valensîya ya Îspanyayê xelata Palmiyeya Bronz wergirt.

Serokê Komîteya Juriyê, senarîst û nivîskar Elîsa Ferrer li ser navê fîlm xelat da Diyar Heso.

Diyar Heso spasî li jurî û kedkarên festîvalê kir, Mazdek Ararat û Rûbar Şervan bi bîr anî û diyar kir ku xelat li ser navê wan stendiye.

Avakarê Komuna Fîlman a Rojava û sînemager Mazdek Ararat (Omer Bagci) di 13’ê Îlona 2019’an de dema li ser peywira xwe bû, di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dabû.

Lîstikvanê fîlm Rûbar Şervan (Cîhan Sever) jî li Heftanînê şehîd bûbû.

Fîlmê Ji bo Azadiyê ya ku qala berxwedana Sûrê dikir, berê jî gelek xelat stendibû.

Back to top button