Li Idlibê di topbarana hêzên hikumeta Şamê de 6 sivîl birîndar bûn

Li idlibê her diçe şer gur dibe, di topbarana hêzên hikumeta Şamê de 6 sivîl hatin birîndarkirin, li çolistana Sûrî jî 6 endamên alîgerên Iranê hatin kuştin. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi dijwarî deverên Ziyara, Zêzon, El-Enkawiye ya Sehil Xab ên gundewarên Hemayê topbaran kir.

Her wiha herêmên li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê û gundewarên rojavayî Helebê kirin armanc.

Li gorî çavdêriyê, di topbarana Hêzên hikumetê gundê Bizabor yê li gundewarê Başûrê Idlibê de 6 sivîl di nav de jinek û du zarok birîndar bûn.

Di êrîşa DAIŞ’ê de 2 endamên komên girêdayî Îranê hatin kuştin

Li çolistana Sûrî jî, di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê nuqteyeke komên alîgirên Îranê yên li herêma Ciwêf yê li colistana Meydîn a Dêra Zorê de 2 endamên wan hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.

Balafirên şer yê Rûsyayê jî, zêdetirî 15 êrîş li dijî herêmên belavbûna DAIŞ’ê yên li çolistana El-Resafa yê Reqayê pêk anîn.

Back to top button