Konferansa 1. a Weqfa Jina Azad a Sûriyê li Qamişlo hat lidarxistin

Konferansa Yekemîn a Weqfa Jina Azad a Sûriyê bi tevlîbûna 200 delegeyên jin ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Di Konferansê de Remziya Mihemed axivî û destnîşan kir ku divê li dijî siyasetên ku li hemû herêmên dagirkirî ku jinan dikin armanc, bisekinin.

Konferansa Yekemîn a Weqfa Jina Azad a Sûriyê bi slogana ”Cîhaneke azad û jiyaneke azad yên bi dest bikevin hene” hat lidarxistin.

Konferans bi tevlîbûna 200 delege li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişlo pêk hat.

Yek ji rêveberên Weqfa Jina Azad, Rûken Qişo axivî û lisdarxistina konferansê li tevahî jinan pîroz kir.

Berdevka Kongreya Star a li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, Remziya Mihemed jî got:

“Weqfa Jina Azad hewl dide di vê qonaxa hestiyar de hemû jinan bi rêxistin bike.”

Remziya destnîşan kir ku divê li dijî siyasetên ku li hemû herêmên dagirkirî ku jinan dikin armanc, bisekinin.

Endama koordînasyona Meclisa Îştar a li Mexmûrê, Bermal Culemêrg lidarxistina konferansê weke gavek girîng bi nav kir.

Di konferansê de sînevîzyonek der barê xebatên weqfê yên 7 salan de hat pêşandan.

Her wiha rapora heft salên borî ya xebatên Weqfa Jina Azad hate xwendin û ji hêla beşdaran ve hate nîqaşkirin.

Jinên tevlî Konferansê jî bûn gotin ku îro bi saya jinên têkoşer em vê konferansa xwe li dar dixînin.

Di dawiya Konferansê de rêveberiyeke ji 5 kesan hatin hilbijartin.

Hêjayî gotinê ku Weqfa Jina Azad a Sûriyê sala 2014’an hat damezirandin û 40 rêxistinên navneteweyî û herêmî pê re dibin alîkar.

Back to top button