Panêlek derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê li Dêra Zorê hat lidarxsitin

Komîteya Jinan a gundewarên rojhilatê Dêrazorê bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, panelek bi diruşma “Bi vînê em li hev kom dibin û dê li dijî tundiyê bi ser kevin” li dar xist.Li alîkî din Jinên Meclîsa Şehbayê li dijî tundiyê daxuyanî dan.

Di panelê de hevserokên meclisên herêmî û bi dehan jinên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê amade bûn.

Seroka Meclisa Jinan a Hecînê Fatme Dexîl axivî û behsa çîroka sê xweşikên Mirabal ên hatin kuştin kir.

Hevseroka Gerînendetiya Çandiniyê ya Hacînê Amine Salim jî got:

Jinan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rol û cihê ji berê baştir nîşan de û di tevahî aliyên civakî de bû pêşeng.

Jinên Meclisa Şehbayê bi daxuyaniyekê tundî şermezar kirin

Li alîkî din Jinên Meclîsa Kantona Şehbayê derbarê 25 mijdarê daxuyanieyk dan.

Daxuyanî li pêşiya meclîsa navçeya Fafînê ya Şehbayê bi tevlîbûna bi dehan jinan pêk hat.

Back to top button