Li Minbicê..di rûniştina lihevanînê de peymana lihevkirinê hat ragihandin

Ji bo çareserkirna pirsgirîka ku li bajarê Minbicê qewimîbû, îro rûniştineke lihevanînê pêk hat.

Di rûniştina lihevanînê de, nûnerên saziyên rêveberiya sivîl ên Minbicê, Meclîsa Leşkerî, nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat û bi dehan malbat, rûspî û rûspiyên qebîleyan amade bûn.

Di rûniştinê de kesên axivîn diyar kirin ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ew li vir kombûne.

Hat destnîşan kir ku yên hewl didin sûd ji kirîza Sûrî bigirin, kesên ku ajendeyên xwe li Sûrî hene, ne gelê Sûriyê ye.

Di dawiya rûniştinê de daxuyaniyek hat dayîn.

Li gorî daxuyaniyê peymana lihevanînê wiha ye;

-Rêveberiya xweser ji bo her windahiyekî 30 milyon Lîreyê Sûrî bide.

-Rêveberiya xweser dê 225 milyon Lîreyê Sûrî bide komîteya eşîr û xwediyê xwînê ji bo li malbatên qurbaniyan weka diyarî belav bikin.

– Ji bo rewşa birîndaran yek bi yek bê şopandin û nirxandin her du komîte lihev kirin ku komîteyek tendurstî bê avakirin.

Back to top button