Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê diyar kir ku beriya demsala zivistanê hemû malbat wê para xwe ya mazotê, bistînin.
Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser Sadiq El-Xelef eşkere kir ku wan di 23ê Hezîrana derbasbûyî de, dest bi belavkirina mazotê kiriye.
Li gorî Rêveberiya Sotemeniyê, her malbatek wê 440 lître mazot bigire û dibe ev rêje zêde bibe.”
Rêveberiyê buhayê her lîtreyek mazot jî bi 75 L.S diyar kir.
Hevserokê Sotemeniyê diyar kir ku heger ev rêje têrê nekê, ew ê 220 lîtreyên zêdetir li şêniyan belav bikin.
Ev yek jî piştî ku belavbûna mazotê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bibe, wê pêk were.