
Şêniyên Reqayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Lîwa Şemal a Demokratîk Ebdulrehman Dîbo oxir kirin.
Şervanê Lîwa Şemal a Demokratîk Ebdulrehman Dîbo bi nasnav Beled şehîd bû.
Bi sedan ji şêniyên Reqayê ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd li goristana Şehîdan a li gundê Hikumiyê kom bûn.
Li goristanê merasîmek hat lidarxistin û têde li ser navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Lîwa Şemal a Demokratîk axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan da.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava sloganan de hat veşartin.