Ji serokwezîrê Almanya banga seferberiyê

Serokwezîrê Almanyayê Scholz ji bo derxistina welat ji rewşa heyî banga hevkariya hêzê li hikumetên eyaletan û mûxalefetê kir û got,
“Welatî ji vê rekêşanê bêzar bûne.
Ez jî bi heman awayî.”

Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz banga seferberiya giştî ya ji bo nûjenkirinê kir û diyar kir ku divê demildest welat ji vê rewşê derkeve.

Olaf Scholz di axaftina xwe ya li Meclisa Federal de ji hikumetên parêzgehan, şaredarî û partiyên mûxalefetê yên sereke yên Yekîtiya Xiristiyanan re axivî û xwest ku nûjenkirina welat bi hev re were girêdan û “Peymana Almanya” were çêkirin.

Scholz destnîşan kir ku peymana ku wê welêt “bi leztir, nûjentir û ewledartir” bike, divê di warên wekî lezkirina pêvajoyên plansaziyê, xurtkirina mezinbûna aborî, dîjîtalîzekirina rêveberiya giştî û sînordarkirina koçberiya neqanûnî de tevdîran bigire.

Scholz got: “… Welatî ji vê kêmbûnê bêzar bûne, ez jî!”

Banga muxalefetê: Werin em hêzên xwe bigihînin hev

Serowkezîrê Almanya diyar kir ku “qalibên bi sal û dehsalan ji ber burokrasî, şerma li hember rîskan û tehdîdê çêbûye” encax bi hev re ji holê rabe.

Scholz rasterast xîtabî Serokê Giştî yê muxalefeta sereke ya CDU Friedrich Merz kir û ev tişt anî ziman:

“Pêdiviya me bi xebateke neteweyî heye.

Li welêt gelek kes hesreta vê yekitiya deshilatê ye.”

Scholz îşaret bi kêmbûna kedkarên pispor jî kir ku tevî hemû tedbîrên li hundirê welat, wek perwerdehiya baştir û xizmetguzariya lênêrîna zarokan, pirsgirêk bêyî hêza kar a biyanî çareser nabe.

Back to top button