Brîtanya xwe amade dike ku Wagner wekî “rêxistina terorê” ragihîne

Hikûmeta Îngilîstanê ji bo ku şîrketa çekdarên Wagner yên Rûsyayê weke “rêxistina terorê” îlan bike, ket nava tevgerê.
Eger pêşnûmeya qanûnê bê qebûlkirin, wê mal û milkên komê bên desteserkirin û endambûn û piştgirîkirina komê jî wek sûc bê dîtin.
Li aliyekî din, Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Blinken di serdana xwe ya bo Kîevê de, wê paketek nû ya alîkariyê ragihîne.

Hikûmeta Îngilîstanê xwe amade dike ku koma çekdarên Wagner ya weke “alava leşkerî ya Rûsya-Putin” tê bi navkirin, weke rêxistineke terorîst îlan bike.

Pêşnûmeya qanûnê endametî an piştgirîkirina Wagner, organîzekirina bûyerek ji bo vê komê û karanîna alan wê di nav gel de dikeve çarçoveya sûc.

Eger ev pêşnûme di meclisê de derbas bibe, mal û milkên Koma Wagner wê bibe rêxistineke qedexekirî ya mîna El Qaîde û DAIŞ’ê.

Ev mal û milkên vê komê dikarin bên desteserkirin.

Wezîra braverman: Wagner ji bo ewlehiya cîhanê xeter in

Wezîra Karê Hundirîn ya Îngilîstanê Suella Braverman têkildarî sedema qedexekirina Wagner ji çapemeniyê re vegot.

Braverman diyar kir ku şîrketa kirêgirtî ya Rûsya ku wê weke “amûreke leşkerî ya Rûsyaya-Putin li derveyî sînorên welêt bikar tîne” bi nav kir.

Wezîra Brîtanî bal kişand ser operasyonên Wagner ên li Ukrayna, Rojhilata Navîn û Afrîkayê û wiha got,

“Ew ji bo ewlekariya cîhanê metirsiyek in.

Ji ber vê yekê em wan weke rêxistinên terorîst qedexe dikin û bi hemû hêza xwe alîkariya Ukraynayê dikin.”

Di Tîrmehê de, Brîtanya 13 kes û şirketên li Afrîkayê ku têkiliyên wan bi Wagner re hebûn ceza kir.

Blinken wê di serdana xwe ya Kîevê de mîlyarek dolar alîkarî ragihîne

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Antony Blinken ji bo piştevaniya welatê xwe bi Ukraynayê re, berê xwe dide Kîevê.

Tê îdiakirin ku Blinken wê li Kîevê, paketek alîkariya bêtirî mîlayrek dolar bo Ukrayna ragihîne.

Berpirsên Amerîkî yên li gel Blinken berê xwe dane Ukrayna gotin:

“Di vê serdanê de, em hêvî dikin ku wezîr ragihîne ku Amerîka wê bêrirî milyarek dolar alîkariya nû pêşkêşî Ukrayna bike.”

Ji despêka êrişa Rûsya ya 2022’an ve ev serdana çaremîn ya Blinken a bo Kîevê ye.

Back to top button