Le Monde: Fransa bi Rêveberiya cûnta leşkerî a Nîjerê re civiya

Rêveberiya Parîsê bi rêveberiya leşkerî ya li welêt re dest bi danûstandinan kir da leşkerên xwe yên li Nîjerê vekişîne.

Li gorî îdiaya rojnameya Le Monde, Fransa bi rêveberiya leşkerî ya vî welatî re dest bi danûstandinê kiriye.

Çavkaniyên rojnameyê îdia kirin ku hevkariya Fransa û Nîjerê di warê tekoşîna dijî têrorê de hatiye rawestandin û gotûbêj li ser vekişandina leşkerên Fransî ji welat tiştekî asayî ye.

Nehatiye diyarkirin ku wê çend leşkerên Fransî ji Nîjer û di çi şert û mercan de werin derxistin.

Li Nîjerê 1500 leşkerên Fransayê hene.

Darbeya li Nîjerê

Serokomar Mihemed Bazûm li Nîjerê 26’ê Tîrmehê ji aliyê endamên Alaya Parêzvanên Serokomariyê ve hatibû binçavkirin.

Piştî vê di saetên êvarî de leşkeran ragihandibû ku wan desthilatî bi dest xistiye.

General Ebdurrahman Tchiani, Fermandarê Alaya Parêzvanên Serokomariyê bû.

Piştî darbeyê bi 2 rojan bû serokê hikumeta demkî ya bi navê Konseya Niştimanî ya Parastina Welat (CNSP).

CNSP’ê di 7’ê Tebaxê de Lamîne Zeine weke serokwezîr tayîn kiribû.

Di 10’ê Tebaxê de jî kabîneya ji 21 kesan a ji leşker û sivîlan pêk tê eşkere kiribû.

Back to top button