Dozger ji bo mizrakli heta 15 salan ceza xwest

Dozgeriya dewleta tirk a dagirker beriya danişînê xwest Selçûk Mizrakli heta 15 salan were cezakirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli di 19’ê Tebaxa 2019’an de li ser fermana Wezareta Hindirîn ji wezîfeyê hat girtin.

Mizrakli bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatibû girtin.

Bi daxwaza ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan were cezakirin doz hatibû vekirin.

Mizrakli di danişîna despêkê ya dozê de, nehatibû berdan.

Dozger beriya danişîna dozê ya wê 10’ê sibatê were lidarxistin, biryara cezakirinê eşkere kir.

Dozger di biryara xwe de xwest li Mizrakli heta 15 salan cezayê girtîgehê were birîn.

Back to top button