Artêşa Îsraîlî dîsa bi ser Eqsayê de girt

Dîsa artêşa Îsraîlî derbasî hewşa mizgefta Eqsa ya li Qudsa rojhilatî bû û êrîşî nimêjkeran kir.Her wiha li deverên cuda yên Difa Xerbiye ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê, 48 xwepêşanderê birîndar bûn.

Îro dîsa piştî nimêja sibehê, artêşa Îsraîlê bi ser mizgefta Eqsa ya li Qudsa de girt û guleyên plastîk li derdorê berdan.

Ev îna 3’yan e ku artêşa Îsraîlî bi ser Mizgefta Eqsayê de digire.

Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku gava kesên nimêj dikirin ji mizgeftê derdiketin bi “Ellah û Ekber” bang kirin, lê polîsên Îsraîlî êrîşî wan kir û ew bi zorê ji mizgeftê derxistin.

Li gorî çavkaniyên Birêveberiya Ewqaf a Îslamî li Qudsê, 3 Filistînî hatin binçavkirin û 10 jî birîndar bûn.

Polîsên Îsraîlî li sergirtinê mukur hatin û dan xuyakirin ku piştî nimêjê, hejmarek Filistînî dest bi xwepêşandanê kir, wan jî ew belav kirin.

Li bajarokê Neilên ê Ramellah filistîniyan li dijî plana Trump xwepêşandan hatin lidarxistin.

Hêzên Îsraîlê bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîş kirin û xwepêşandêr belav kirin.

Her wiha li herêmên Muxyemîn Urûb, Kefer Qidûm û Exwar Şîmaliye jî xwepêşandan hebûn.

Li vir jî di navbera xwepêşandêr û polîsan de pevçûn derketin.

Ji ber êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê bihintengbûn bi dehan xwepêşandêr re çêbû.

FILISTÎN- ÎSRAÎL
LI TIFA XERBÎ 48 XWEPÊŞANDER BIRÎNDAR BÛN

Li deverên cuda yên Difa Xerbiye jî piştî nimêja înê bi sedan filistînî ji bo şermezarkirina plana Trump xwepêşandan lidar xistin.

Polîsên Îsraîlê bi bombeyên gazê û guleyan êrîşî pêk anîn.

Li gorî Heyva Sor a Filistînê di pevçûnan de 48 xwepêşandêr birîndar bûne.

Back to top button