Berpirsê Heşd El-Şabî û hevjîna wî di encama qezayek trafîkê de mirin

Berpirsê Giştî yê Peywendiyên Heşd El-Şabî Ehmed Cabrî li gel hevjîna xwe, di encama qezayek trafîkê de mirin.

Desteya Giştî ya Heşd El-Şabî, di daxuyaniyek nivîskî de ragihand ku Berpirsê Giştî yê Peywendiyên Heşd El-Şabî Ehmed Cabrî û hevjîna xwe, piştî ji xwepêşandana îro ya li Bexda vedigeriyan malê, li ser rêya Bexda-Necef di encama qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hevjîna Ehmed Cabrî xuşka Berpirsê Berê yê Peywendiyên Heşd El-Şabî Mihemed Cabrî bû, ku ew jî par di 3’yê Çileyê de li gel Qasim Silêmanî û Mehdî Muhendis hatibû kuştin.

 

Back to top button