PYNK banga yekitî û serhildanê li gelê Kurd kir

Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd bang li gelê Kurd kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker rabin

Têkildarî êrişên şeva duh ên dewleta Tirk a dagirekr ên li ser Şengal, Wargeha exmûrê û herêmên Parastinê yên Medayayê, Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên şevê din ne ya yekemîn e, dîroka Tirkiyê bi êriş, komkujî û zêdegaviyên li dijî gelên herêmên din dagirtî ye.

PYNK Bal kişand ku ev êriş di salvegera qirkirina “Sêfo” de pêk hat ku Osmaniyan sala 1915‘an de li ser gelên Asur, Suryan û Kildan pêk anîbû, hat kirin,

PYNK Di berdewama daxuyaniyê de  diyar kir: “Êriş, kiryar, sûc û zêdegaviyên Tirkiyê bûye tiştekî rojane ku li pêşberî çavê cîhanê têne kirin û ji her kesî re eşkere ne.

Efrîna dagirkerî, Serêkaniyê û Girê Spî, her wiha Kurdistana Iraqê û Lîbyayê şahidên van sûcan e.”

PYNK destnîşan kir ku êrişên dawî yên Tirkiyê di demekê de ku diyalogên Kurdî-Kurdî têne kirin, pêk hat.

PYNK teqez kir ku bêdengiya navdewletî hêzê dide dagirkeriya Tirk ku hîna êriş, sûc û binpêkirinên li dijî gelên herêmê berdewam bike.

Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û li hemberî sûcên Tirkiyê biryarekê bide.

Her wiha bang li hikumeta Iraqê û ya herêma Başûrê Kurdistanê kir ku helwesteke diyar li hemberî Tirkiyê bide.

Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd bang li gelê Kurd ên li hundir û derve û tevahî gelên herêmê kir ku li hemberî zêdegavî û sûcên domdar ên Tirkiyê rabin serhildanan.

Back to top button