Di çalakiyên Gerîlayên HPG û YJA Starê ên li dijî artêşa Tirkiyê a dagirker de leşkerekî Tirk hate kuştin, dronek hate xistin û derb li gelek çeperan hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir:
“28 û 29’ê Cotmehê li Girê Cûdî û Girê Amediyê yên girêdayî i Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl; gerîlayan gelek caran bi çekên giran li dagirkeran dan, di encamê de dronek, 2 kon û 7 çeper hatin îmhakirin.
Di heman demê de bi rêbaza sekvaniyê jî dagirkerek hate cezakirin.”
Li aliyê din jî HPG’ê ragihand ku artêşa Tirkiyê ya dagirker 28’ê û 29’ê Cotmehê Herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê gelek caran bi dron, balafirên şer û çekên qedexekirî bombebarankirin.