Rûsya: Ji Hezîranê ve 90,000 leşkerên Ukraynî hatine kuştin yan birîndar bûne

Ji Hezîranê ve artêşa Ukrayna li dijî Rûsya êrişek dijber daye despêkirin.
Asta şerê li Ukrayna bi daxuyaniya dawî ya Wezîrê Parstinê ya Rûsya Şoygu jî xuya kir.
Şoygu got: Ji Hezîranê ve bêtirî 90 hezar leşkerên Ukraynî hatine kuştin yan birîndar bûne.

Rûsya ji rewşa hêzên xwe yên li ser xaka Ukrayna ku kontrol kirine razî xuya dike.

Ev razîbûn di axaftina rêveberên Moskowê de tê xuyakirin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu li Çînê beşdarî 10’emîn Foruma Xiangshan a Pekînê bû.

Sergey Şoygu di axaftina xwe ya li forumê de şerê li Ukraynayê nirxand û got,

Ji destpêka êrîşa dijber a Ukraynayê ku ji aliyê Rojava ve di 4’ê Hezîranê de dest pê kir, bêtirî 90 hezar leşkerên Kîev mirin û birîndar bûn.

600 tank, hezar û 900 wesayitên zirxî hatine derbkirin.

Şoygu îdia kir ku ji wê demê ve artêşa Ukrayna ti serketinek girîng bidest nexistiye.

Wezîrê Parastinê yê Rûsya da zanîn ku artêşa Rûsyayê dê erka xwe ya li herêma operasyona leşkerî ya taybet bi rêkûpêk û bi biryar bi cih bîne û wiha domand:

Rojava dixwaze aloziya li Ukraynayê li herêma Asya-Pasîfîkê belav bike.

Şoygu da zanîn ku NATO pêşbirka çekan li herêmê teşwîq dike û hebûna xwe ya leşkerî û jimar û asta tetbîqatên xwe yên leşkerî zêde dike.

Şoygu destnîşan kir ku Amerîka plan dike ku bi Tokyo û Seulê re li hember Rûsya û Çînê derbarê avêtina mûşekan de agahiyan biguhere.

Şoygu her wiha Amerîka tawanbar kir ku hewl dide guherîna avhewayê û karesatên xwezayî wekî hincet ji bo “destwerdanên mirovahî” bikar bîne.

Ukraynayê di meha Hezîranê de li dijî artêşa Rûsya ya li ser xaka wê êrişek dijber dan despêkirin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî 3 mehan ragihandibû ku êrîşên Ukraynayê bi ser neketin.

Back to top button