Cahîd Hesen: Dewleta Tirk bi riya êrişên xwe dixwaze Osmaniya nû ava bike

Îro li bajarê Tebqayê derbarê geşedanên dawî de Meclisa Malbatên Şehîdan ji xizmên şehîdan re, civînek li dar xist.

Civîn li Goristana Şehîdên ya li bajêr hat li darxistin.

Di civînê de bi dehan ji Malbatên Şehîdan, şêx û ruspî, endam û nûnerên Rêveberiya Sivîl û Meclisa Leşkerî amede bûn.

Di civînê de, Şêwirmendê Serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqa Cahîd Hesen axivî û geşdanên siyasî nirxand.

Cahîd Hesen diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser herêmê tola çeteyên DAIŞ’ê hiltîne.

Hesen da zanîn ku armanca dewleta Tirk dagirkirina axa Sûriyê ye û pê re jî împaratoriya Osmanî zindî bike.

Hesen li ser lihevkirinên di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Şamê wiha got:

“Ji erkên hikûmeta Şamê ye ku xaka Sûriyê biparêze, ne ku Rêveberiya Xweser herêma radestî hikumeta Şamê bike.”

Dawiyê de Cahîd Hesen bang li gelê herêmê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û dagirkeran ji xaka Sûriyê derxînin.

Back to top button