Efrîn..Dagirkeran 5 zarok ji avahiyan avêtin

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî bi her awayî hovîtîyên xwe didomînin. Çeteyan li Efrînê 5 zarok ji banê avahiyan de avêtin. Li navçeyên Cindirêsê û Bilbilê çeteyan 4 ciwan revandin 

Dewleta Tirk a dagrker û çeteyên wê, sûc û hovîtîyên xwe bê navbere li Efrînê didomînin.

Çavdariya Sûrî a Mafê Mirovan ragihand ku li herêma Efrînê ya ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine, ji bo kuştin zarokan rêbazeke nû pêk tê.

Çavdêriyê da zanîn ku jineke zarokan ji banê avahiyan davêje.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî ragihand ku li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê jineke ne-nas zarokê bi navê Îmad Mehmûd Ukeş (2) salî, ji banê avahiyekê avêt û kuşt.

Li gorî rêxistinê, 5 zarok bi vî awayî hatine avêtin û ji wan du zarokan jiyana xwe ji dets dane,3 jî birîndar bûne.

Çeteyan li navçeyên Cindirêsê û Bilbilê 4 ciwan revandin

Malpera Afrinpost jî ragihand ku Sêşema derbazbûyî, li gundê Çolaqa yê Cindirêsê, çeteyan 3 ciwan bi navên Mihemed Mecîd Osman, Mihemed Ferîd Reşo û Ebdurehman Xelîl Osman revandin.

Duh li gundê Hesen Dêra yê Bilbilê jî, çeteyan ciwanê bi navê Selîm Sîdo Hemze revand û bi giranî êşkence kir.

Malperê da zanîn ku çeteyan ji bo standina fidyeyan, ciwan revandin.

Back to top button