“Em tecrîdê şermezar dikin ,berxwedaniyê silav dikin”

Li Şengalê komxebata “Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de” hat lidarxistin .
Rêveberiya Xweser ya Şengalê piştî komxebatê daxwuyaniyek da..
Rêveberiyê bal kişand ser ked û berxwedaniya Rêber Ocalan û diyar kir ku ew tecrîdê şermezar dikin.

Daxuyanî ji aliyê Cigirê Hevserokê Desteya Rêveber Azad Hisên ve hate dayîn.

Hisên di daxwiyaniyê de got :

“Îro komxebata me bi 4 sernivisan birêve çû. Komxebata me serkeftî derbas bû.

Divê em cardin bibîrbixin.

Dema fermanê de jî tinê şagirtên Rêber Apo xwe gihandin hawara me.

Ev 24 salin Serok Apo di bin tecrîdekî pir giran de tê hiştin.

Em wê tecrîdê qebûl nakin, şermezar dikin û berxwedaniya Serok Apo silav dikin.”

Back to top button