PKK’ê bertek nîşanî daxwiyaniya rayedarên swêdî da

Ev çend roj in ku hin rayedarên Swêdî, partî û tevgera me bi hin tiştên nerast re sûcbar dikin.
Ev yek jî ji bo ku Tevgera Azadiya Kurdistanê krîmînalîze bikin.
Komîteya Têkîliyên Derve ya PKK’ê bi van hevokan bertek nîşanî daxuyaniya Sefîr Oscar Stemsorn ê ku têkîliyên bi Tirkiyeyê re bi rêve dibe, da.

Komîteya Têkîliyên Derve ya PKK’ê derbarê daxuyaniya Sefîr Oscar Stemsorn ê ku têkîliyên bi Tirkiyeyê re bi rêve dibe daxwiyaniyek da ..

Komîteya di daxwiyaniya xwe de ev yek got:

PKK: Ji bo tewambarkirina partiya me serî li dek û dolaban didin

“PKK, partiyeke siyasî ye ku di hewila xelasî û azadiya Kurd û Kurdistanê de ye û ji wê boneyê bedêlên pir giran daye û dide.

Partiya me, tevgerek e ku girêdayê nirxên exlaqî, wicdanî û demokratîk e.

Tu têkiliya partiya me bi kes û derdorên krîmînal re nîn e û li dijî der û dorên wisa ye.

Ji bo krîmînalîzekirina partiya me, serî li her derew, dek û dolab didin. ”

“Strenstor ji bo xwedkirina dilê Tirkiyê ev sûcbarî ji ber xwe got”

PKK’ê diyar kir ku ev demek e Sefîr Oscar jî tev li karwanê van sûcbariyên nerast bûye û wiha domand:

“Birêz Strenstrom, di gotûbêjekê de ku bi Radyoya Swêdê re kir; got

Ku hin kesên krîmînal ên li Swêdê sûcan dikin, partiya me fînanse dikin û navekê bi navê ‘Roviyê Kurd’ dide.

Ev daxuyanî ne rast e..

Ji bo xweşkirina dilê muxetebên xwe yên Tirk ku bi wan re hevdîtinê dike, ev sûcbarî ji ber xwe got.

‘Roviyê Kurd’ kî ye, em nizanin, nas nakin, tu têkiliya me pê re nîn e. ”

PKK: Em van sûcbariya red dikin

Komîteya Têkîliyên Derve ya PKK’ê destnîşan kir ku li gor îdiaya Strenstrom, ‘Roviyê Kurd’ ji ber sûcên ku kirine li Swêdê lê digerin .

Û li Swêdê alîkarî bi PKK’ê re kiriye, lê reviyaye Tirkiyeyê û li Tirkiyeyê bi serbestî digere .

PKK: Bila di ser Kurdan re bazariyê nekin

Ev daxwiyanî daxuyaniyeke bêhawe ye. Daxuyaniyên wiha, ne bi tenê Birêz Strenstrom dide.

Em van hemû sûcbariyan red dikin.

Hikûmeta Swêdê dibe ku bi Tirkiyeyê re geşe bi têkiliyên xwe bide, lê bila di ser me re, di ser Kurdan re bazariyê nekin.

Dostaniya Kurdan û gelê Swêdê ya bi hev re, ji zû ve heye.

Gelê Swêdê yê xwedî wicdan, dizane û dibîne ku ev daxuyanî û sûcbarî ji bo çi tên kirin.

Komîteya Têkîliyên Derve ya PKK’ê dawiyê tekez kir ku kî çi dibêje bila bibêje, em ê parastina nirxên mirovî, exlaqî û demokratîk bikin..

Em ê bimeşin di wê rêyê de ku em ji rastiya wê bawer in û welatê xwe ji dagirkeriyê xelas bikin û gelê xwe azad bikin.

Back to top button