Koalîsyona Erebî: Di êrişa li ser balefirgeha Yemenê de 8 kes birîndar bûn

Koalîsyona Erebî ragihand ku di êrişa Hûsiyan ya li ser Balafirgeha Abha ya Erebîstana Siûdî de 8 kes birîndar bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Koalîsyona Ereban de hat gotin, Husiyan di nava 24 saetên derbasbûyî de 2 caran bi dronên bombebarkirî êrişî Balafirgeha Abha ya Erebîstana Siûdî kir.

Dron ji aliyê Sîstema Parastina Erebîstana Siûdî ve hatin bêbandorkirin.

Di dema têkbirina dronan de ji ber parçeyên li herêmê belav bûn, 8 kes birîndar bûn.

Her wiha balefireke sivîlan jî ziyan dît.

Di daxuyaniya koalîsyonê de nêrîna ku ev çalakî weke “sûcê şer” e hat parvekirin.

Koalîsyona Erebî serê sibê ragihandibû ku balefireke bêmirov a bombebarkirî ku dixwest Balafirgeha Abha bike armanc hatiye bêbandorkirin.

Balafirgeha Navneteweyî ya Abha bi qasî 20 kîlometreyan ji bajarên Xamis Mushayt û Abha yên li başûrê Erebistana Siûdî durin.

Ji Îlona 2014’an ve li Yemenê şerê deshilatdariyê yê navbera çekdarên Hûsî û artêşa Yemenê de dewam dike.

Back to top button