Hêzên Rûsî bi 3 mûşkan gundewarê Cerablusa dagirkirî armanc kir û di encamê de, 4 kes hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li dijî cihên agirdeyên petrolê yên gundewarê Carablusê, êrîşeke bi mûşekan pêk hat û di encamê de 4 kes hatin kuştin û 24 kesên din jî birîndar bûn.
Cihên armanckirî jî li gundên Terhîn û Hemran in.
Li gorî çavdêriyê, êrîş bi 3 mûşekên Erd-Erd ji baregrhên Rûsya û hêzên girêdayî hikumeta Şamê yên li Helebê çêbû.