4 Ciwan ji Cezayirê vegeriyan Kobanê

Van rojan gelekî qala ciwanên Kobanî yên li Cezayrê tê kirin..
Ciwanên ku rêya penaberiyê hilbijartibûn mirin bi çavê xwe dîtin..
Dixwest biçin Ewrûpayê.
Lê dîtin ku mesele ne hêsan e.
Li tenişta van bûyerên zehmet ên qewimîn jî, ew ji hêla qaçaxçiyan ve tên xapandin.
Ji ber vê yekê êdî berê wan dîsa li axa Welat e.
Herî dawî 4 ciwan bi alîkariya Rêveberiya Xweser vegeriyan kobanê.

Diyardeya derketina ji axa welat û çûyîna ber bi welatên xerîbiyê ve, van rojan xwe daye der.

Nexasim ku jimareke ciwanên Kobanê, çûn Lubnanê û piştre Lîbiya û gihaştin Cezayrê..

Li wir bi rêya qaçaxiyan, dixwazin biçn welatekî Ewrûpayê.

Lê belê li wir li nava axeke xerîb tên xapandin.

Her ciwanek bi qasî 8500 dokarên Amerîkî dide, lê piştre êdî kesê qaçax nema bersiva wan jî dide.

Bi vê yekê jî 3 mehan li Cezayirê asê dimînin.

Gelek ciwan ji ber vê yekê di nava avê de fetisîn û cenazyên wan hatin bajarên wan.

A herî dawiyê jî, ji ber gemiya wan binav bû, cenazyên 9 ciwanên Kobanê bi alîkariya Rêveberiya Xweser gihaştin Kobanê.

Piştî rûdana van bûyeran, êdî ciwan têgihştin ku divê vegerin warê xwe.

Vê gavê jî ciwan vedigerin.

5 ciwanên kobanî herî dawî ji Cezayirê berê xwe dan axa xwe.

4 ji wan hatin Kobanê û yê din niha li Başûrê Kuridstanê ye û li gorî agahiyên me ew jî dê di demeke nêz de were bajarê xwe.

Back to top button