“Dewleta Tirk a dagirker li herêmên parastina mediyayê têkçoye”

Êrîşên Dewleta Tirk a dagirker yên bi çekên kîmiyewî li dijî gerîla didom e. Siyasetmedar Parlamentera HDP’ê ya bajarê Mêrdînê Selma Irmak derbarê bikaranîna çekên kîmiyawî axivî û got:Heger Dewleta Tirk a daigirker dibêje ‘bêbextî’ ye, çima rê li ber lêkolînê digere.

Êrişên dewleta tirk yên bi çekên kîmiyawî li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê didomin.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê di 7 mehan de 2 hezar û 837 caran kîmyasal û çekên qedexekirî hatine bikaranîn.

Lê belê desthilata AKP’ê bikaranîna çekên kîmyewî û bangawaziyên rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedaran ên têkildarî lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî jî red dike.

Siyasetmedar Selma IrmakêSiyasetmedar Parlamentera HDP’ê ya bajarê Mêrdînê Selma Irmak têkildarî helwesta dewleta dagirker a li sermijarê nirxandin kir.

Selma Irmakbilêv kir ku Tirkiye li Zap, Avaşîn û Metînayê têkçûye û got:

Tirkiye, ji ber ku nikaribûye çîroka xwe ya serkeftinê ya ku dixwest li Kurdistana Federe binivîse, serî li kîmyasalê da.

Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî xweza û mirovahiyê ye.

“Divê Tirkiye were darizandin”

Selma bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî li himber sûcên dagirkera Tirk û wiha anî ziman:

“Wezîrê Parastinê yê Tirkiye Hûlûsî Akar gotibû me tenê gaza rondikbarîner bi kar aniye.

Ger em lipîvanên hiqûqê esas bigirin, qedexe ye ku artêşek gazên rondikbarîner jî bi kar bîne.

Ev daxuyanî jî li xwe mikurhatinek e.

Tenê ne rondikbarîner, hin gazên ku tesîrê li pergala sînirên mirovan dike hatine tevlihevkirin û bikaranîn.”

“Dewleta Tirk û hevkarên wê dixwazin serî li vî sûcî binixumînin”

Di berdewamê de Parlamentera HDP’ê Selma Irmak diyar kir ku zanyaran jî diyar kirine ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn û wiha bê de çû:

Şebnem Korûr Fîncanciyê ji ber ku sûcên dewleta Tirk eşkere kir hat girtin.

Dixwazin ser vî sûcî binixumînin.

Heger bi rastî çekên kîmiyawî nehatiye bi karanîn çima rê li ber lêkolînê digrin.

“PDK wê nikaribe xwe ji berpirsiyariya dîrokî xelas bike”

Parlamentera Mêrdînê Selma Irmak hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re,şermezar kir û got:

PDK wê nikaribe xwe ji vê berpirsiyariya dîrokî xelas bike.

Ev hevkarî û helwesta PDK’ê ji aliyê wijdanê gelê kurd mehkûm bûye.

“Pirsgirêka Kurdî bi rêkên siyasî çareser dibe”

Di dawiyê de Siyasetmedar Selma diyar kir ku dê serkeftiyê vî şerî gelê berxwedêr bi xwe be û wiha bidawî kir:

Naveroka meseleya kurdî siyasî ye û dê bi rêyên siyasî bê çareserkirin. Şer, ne çare ye.

Back to top button