Dewleta Tirk 30 koçberên din dersînorî Girê Spî kir

Dersînorkirina koçberên Sûrî ji Tirkiyê bo herêmên dagirkirî dewam dike.
30 koçberên din li Girê Spî ya dagirkirî hatin bicihkirin.

Li gorî ANHA’ê ku ew jî dispêre çavkaniyên xwecih ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de komek koçberên din dersînor kir.

Jimara koçberan jî 30 kes in û bi rêya deriyê sînor radestî çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî hatin kirin.

Hate diyarkirin ku ev koçber bi xwe ji gundewarên Heleb, Idlib û Hemayê ne.

Hêjayî gotinê ye, ku di dirêjahiya 3 mehên borî de zêdetirî 2 hezar û 500 koçberên Sûrî li Girê Spî ya dagirkirî hatin bicihkirin.

Armanca vê yekê jî, bi rêya koçberan hem derbaskirina çeteyan e û hem jî guhertina demografiya herêmê ye.

Dersînorkirina koçberên Sûrî ber bi herêmên dagirkirî ve

Back to top button