Dersînorkirina koçberên Sûrî ber bi herêmên dagirkirî ve

Îro nêzî 50 koçberên Sûrî bi darê zorê ber bi Girê Spî ve hatin şandin.
Bi vê yekê re, ji destpêka vê mehê ve zêdetirî 300 koçberên Sûrî hatine dersînorkirin û ev yek hê jî didome.

Ev demeke dersînorkirina koçberên Sûrî ji bo herêmên dagirkirî yên mîna Ezaz, Idlib, Serê Kaniyê, Girê Spî, Cerablus û her wekî din pêk tê.

Dewleta Tirk bi darê zorê koçberên Sûrî ku hin ji wan ji destpêka şerê li Sûriyê ve berê xwe dane Tirkiyê dersînorî herêmên dagirkirî dike.

Ji xwe armanca dewleta Tirk ji vê yekê diyar e, hem guhertina demografiya herêmê ye, hem bi rêya dersînorkirina koçberan, çeteyan derbasî xaka Sûriyê dike.

Piranî koçberên ku têne dersînorkirin jî, dixwazin ku li herêmên Rêveberiya Xweser bi cih bibin, ji ber ku li herêmên dagirkirî ewlehî tune ye.

Herî dawî duh dema ku beşeke kobçer têne dersînorkirin, sê ji wan bi guleyên çeteyên Ehrar El-Şerqiyê bi giranî birîndar dibin.

Li gorî agahiyan, her sê koçberan dixwestin ji Girê Spî berê xwe bidin herêmên Rêveberiya Xweser, ji ber wê dibin armanca çeteyên Ehrar El Şerqiyê.

Li gorî ANHA’ê ji her sê koçberên birîndar, nasnameya 2’an ji wan wiha ye:

Şukrî Hisên ji Dêra Zorê û Ebûd El-Şemerî ji Hesekê.

Her wiha îro jî, dewleta Tirk 50 koçberên din bi darê zorê dersînorî Girê Spî kir û li wir bi cih kirin.

Hate diyarkirin ku hemû jî, ji deverên cuda cuda yên Sûriyê ne.

Li gorî daneyan ji destpêka vê mehê û heya niha zêdetirî 300 koçber dersînorî herêmên dagirkirî hatine kirin.

Li Girê Spî ya dagirkirî pevçûn: Çeteyek hate kuştin

Back to top button