Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê binpêkirinên li Tirkiye û herêma Başûrê şermezar kir

Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê zext û binpêkirinên li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê  Derbarê binpêkirina azadiya fikir û çapemeniyê yên li Tirkiye û herêma Başûr Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya komeleyê de îşaret bi bûyerên dawî ên li dijî rojnamevanan li herêmên navborî hate kirin û wiha gotin:

Destgîrkirina rojnamevan Firat Can Arslan, Delal Akyuz û Sîbel Yukler a li Tirkiyê nîşan dide ku Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgehek.

Her wiha birîna çar salên din ên girtinê li rojnamevan Şerwan Şêrwanî li Başûrê Kurdistanê weke xerabûna rewşa azadiya çapemeniyê ya li Başûrê Kurdistanê hate pênasekirin.

Komeleyê xwest rojnamevanên girtî tavilê bêne berdan û azadiya çapemeniyê bê parastin.

Her wiha Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê diyar kir rojnamevantî sûc nîne û got:

Rojnamevantî mafeke û ev maf divê di her şert û mercî de bê parastin.”

Back to top button