Dewleta Tirk wê 20 Daiş’iyên din bişîne Almanyayê

Piştî radestkirina 9 DAIŞ’iyên Alman, dewleta Tirk biniyet e di rojên pêş de 20 Almanên din bişîne welatê wan. 

 

Li gorî ajansên ragihandinê, hîna 20 DAIŞ’iyên Alman li cem Tirkiyê ne û wê di çend rojên bê de bişînin Almanyayê.

Heta niha 9 welatiyên Alman gihaştin Almanyayê û dewleta Tirk jî idia dike ew DAIŞ’î ne.

Ji 9 Almanên ku ji Tirkiyê çûne, hikumeta Alman tenê 2 kes binçav kirin.

Ew jî bi sûcên ne girêdayê terorê bûn.

Duh jî 2 jinên DAIŞ’î ji Tirkiyê gihaştin balafirgeheke Almanyayê û li wir hatin girtin.

Lê piştî lêpirsînê, yek ji wan serbest hat berdan.

Ew kes jî di destpêka êrîşên dewleta Tirk li ser bakurê Sûrî de, ji kampa Holê reviya û derbasî Tirkiyê bû.

Dewleta Tirk ji bo tewanbariyên derbarê hevkariya wê ya bi DAIŞ’ê re ji holê rake DAIŞ’iyan dişîne welatê wan.

Lê belê li gorî qanûnên hin welatan, ji ber çeteyên DAIŞ’ê sûcên xwe li welatê ku tên şandin nekirine gelek ji wan serbest tên berdan.

 

Leave a Reply

Back to top button