Şêwra Jinên Kurd..Wê jin pêşengtiya yekîtiya netewî bikin

Şêwra Jinên Kurd a li Ewropayê ya li dijî dagirkirina Kurdistanê bi stendina hin biriyaran bi dawî bû.

Şêwra Jin ji aliyê komîsyona jinan a TJK-E û KNK’ê li Hollandayêhate hat li dar xistin.

Gelek saziyên jinan û nûnerên saziyan beşdarî şêwrê bûn.

Di şêwirê de pirsgirêkên di navbera Kurdan de, yekitiya neteweyî, êrişên dewleta Tirk a dagirker hatin nîqaşkirin.

Di encama nîqaşê de xalên ku derketin pêş ev in:

“Divê yekîtiya neteweyî were pêkanîn.

Divê li dijî êrîşên dagirkeriyê helwesteke hevpar were nîşandan.

Her wiha hat diyar kirin ku wê jin pêşengtiya vê yekîtiyê bikin.”

Biriyarên di şêwra jin de hatin girtin dê îro ji aliyê komîteya amadekar were ragihandin.

Back to top button