TEV-ÇAND’ê konferansa xwe ya 7. li dar xist

Tevgera Çand û Hunerê-TEV-ÇAND’ê konferansa xwe ya 7’an li dar xist û encamnameya konferansê hat weşandin.
Di encamnameyê de hate diyar kirin ji aliyê çand û hunerê ve wê têkoşîna di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bê mezin kirin û azadiya Rêber Apo wê bibe bingehê têkoşînê.

Tevgera Çand û Hunerê TEV-ÇAND’ê di navbera 21-28’ê Çileyê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya 93 delegeyan konferansa xwe ya 7’emîn li dar xist.

Di dawiya konferansê de encamname hat weşandin.

Hat diyar kirin di konferansê de bîryarên girîng hatin girtin, rêvebernameya TEV-ÇAND’ê de guherîn pêk hatin û rêveberiya giştî ya TEV-ÇAND’ê ya ji bo du salan hat hilbijartin.

Di encamnameyê de hate destnîşankirin, TEV-ÇAND wê di çarçoveya pêngava ‘Bes e ji tecrîd, dagirkerî, faşîzmê re; dem dema azadiyê ye’ wê bi biryardarî têkoşînê bimeşîne û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê bike bingeha têkoşîna xwe.

Di encamnameyê de wiha tê gotin,

“Li dijî feraseta sîstema serwer a cîhanî ku nasnameya hunerê berevajî kiriye, divê her kesên li qada çand û hunerê pêşengiyê dikin û dixebitin, bi rêbazeke encamgir û radîkal têbikoşin, bi feraseta çand û hunerê ya komunal, demokratîk û şoreşger hunerê xurt bikin. Li dijî bişavtin û qirkirina li dijî çand, ziman û nasnameya Kurd û ji bo têkbirina vê polîtîkaya qirêj û pûçkirina êrîşan xebatên çand, huner û wêjeyê xwedî roleke girîng e.”

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku konfereansê di çarçoveya xebatên çandî û hunerî de plansaziyeke girîng a çalakiyan diyar kiriye.

Di dewama encamnameyê de hate gotin,

“Konferansa me biryar da ku li dijî her cûre êrişên şerê taybet û êrişên siyasî û îdeolojîk ên li dijî nirxên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, yên li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, li dijî weşanên şerê taybet ku şerê azadiyê yê gerîla teşhîr dikin û rastiya şoreşa me ya azadiyê berevajî dikin, li qada çand û hunerê divê têkoşîneke çalak bê dayin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin Konferansa 7’emîn a TEV-ÇAND’ê gelek biryarên girîng û dîrokî wergirtiye ku ji gelek aliyan ve dikare bersivê bide pirsên li ser xebatên çand û hunerê û vî karî bi ser bixîne.

Back to top button