SERGEY LAVROV: HEBÛNA DEH-HEZARAN ÇETE DI IDLBÊ DE NAYÊ PEJIRANDIN

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê aloziya Idlibê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya xwe de Lavrov got ew hewl didin aloziya Idlibê bi awayekî ku ziyan negihê sivîlan çareser bikin.

Di heman demê jî, teqez kir ku ew hebûna bi deh-hezaran çete li herêmê napejirînin.

Lavrov çareserkirina aloziya Idlibê bi Yekîtiya Ewropa re girêda û wiha got:

“Têkbirina terorê li Sûriyê dikeve bin xizmeta Yekîtiya Ewropa jî, ji ber, wê gefa terorê ji herêmê ber bi Ewropa ve nemîne û wê pêla koçberiyê jî kêm bike.”

Derbarê siyaseta Emerîka li Idlibê jî, wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov metirsiyên xwe nîşan dan.

Hêjayî bîrxistinê ye 17 Îlona 2018’an hevpeymana avakirina herêmeke bê-çek navbera Rûsya û Tirkiyê hatibû mohrkirin.

Leave a Reply

Back to top button