Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘Partiya DEM’

Li ser îtîraza Dadgeha Bilinda a Tirkiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan HEDEP, kurtenavê nû yê partiya xwe weke ‘Partiya Dem’ guherand.
Berdevka partiyê Ayşegul Dogan ev yek bi daxuyaniyekê ragihand û got: “Navê me yê nû ruhê demeke nû, kêliya destpêkeke nû û bicihanîna gotineke nû pênase dike.
Ayşegul Dogan anî ziman ew li dijî kompasan bê vebijerk nînin û ew ê têkoşîna xwe xurttir bikin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan HEDEP, kurtenavê nû yê partiya xwe weke ‘Partiya Dem’ guherand.

Partiya Çepên Kesk di 4’emîn Kongreya xwe ya Awarte ya 15’ê Cotmeha 2023’an hate lidarxistin de navê xwe guhertibû.

Navê wê wekî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan-HEDEP hatibû diyar kirin.

Lê Serdozgeriya Dadgeha Bilind a Tirkiyê bi hinceta kurtenavê HEDEP’ê dişibe HADEP’a 2003’an hatî girtine, xwest navê xwe biguherîne.

Di hêceta xwe de îdia kir ku ev şibandin li dijî Qanûna Partiyên Siyasiyê ye.

Rêveberiya HEDEP’ê jî piştî vê guhertina kurtenav û îtîraza li Dadgeha Bilind nîqaş kir.

Ayşegul Dogan: Navê me yê nû ruhê demeke nû îfade dike

Îro jî Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan bi daxuyaniyekê kurtenavê nû yê partiyê eşkere kir û got:

Kurtenavê nû yê partiya me, Partiya DEM e

Navê me yê nû ruhê demeke nû, kêliya destpêkeke nû û bicihanîna gotineke nû îfade dike.”

“Bi nêzbûna hilbijartinan re xwestin bi darazê re me bidin mijul kirin”

Ayşegul anî ziman ku ji ber sedemên mecbûrî navê partiya xwe guhertin û wiha got:

“Esas sedemê wê bi awayekî zelal li holê ye.

Di demeke em ber bi hilbijartinê ve diçin de ji bo me bi darazê re rû bi rû bihêlin wisa kirin.

Ev pêngaveke nû ya bêhiqûqiyê.”

“Em li dijî kumpasan bê vebijêrk nînin”

Ayşegul diyar kir ew li dijî kumpasan bê vebijêrk nînin û wiha dewam kir:

Di nava 30 salan de em neçar man bi dehan partiyên nû ava bikin û her carê em bi ser ketin.

Xwestin me bi darazê re rû bi rû bihêlin û mijûl bikin.”

Berdevka partiyê Ayşegul Dogan dawiyê got:

Em ê bi Partiya DEM’ê her dem hebûna xwe bidin hîskirin.

Tevî komployên darazê û her cure zehmetiyan em ê têkoşîna xwe xurttir bikin.”

Back to top button