‘GER KOMÎTEYA DESTÛRÊ HETA DAWIYA MEHA 12 AVA NEBE, EM XWE DIKŞÎNIN’

Duh konseya ewlekariya navdewletî ji bo nîqaşkirina rewşa Sûrî û komîteya destûrê civiyan.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistura bi riya videoyê beşdarî civînê bû û diyar kir ku eger heta beriya Kanûnê alî negihêjin lihevkirinekê derbarê komîteya destûrê de , wê Neteweyên Yekbûyî xwe ji pêvajoyê vekişîne.

Mijara komîteya destûrê careke din ket rojevê.

Duh Konseya Ewlekariyê Navdewletî li ser rewşa Sûrî civiyan.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistura diyar kir ku eger heta beriya Kanûnê alî negihêjin lihevkirinekê derbarê komîteya destûrê, wê Neteweyên Yekbûyî xwe ji pêvajoyê vekişîne.

De Mistûra ku erka xwe dawiya mijdarê bi dawî dike, ji çileya derbasbûyî li ser çêkirina komîteyeke ji bo destûreke nû ji bo Sûriyê dixebite.

Komîte ji 150 kesî pêk tê.

50 nûnerên rejîmê, 50 nûnerên opozisyonê û 50 jî Neteweyên Yekbûyî hildibijêre ku ji nûnerên civaka sivîl û pisporan pêk tê.

Lê rejîma Sûrî lîsteya neteweyên yekbûyî red dike.

Nûnerê Taybet De Mistura 24’ê cotmehê bi Wezîrê Karên Derve yê rejîma Sûrî Welîd Muelim re civiya, lê Muelim lîsteya neteweyên Yekbûyî red kir.

Duh jî Staffan De Mistura bi rêya videoyê beşdarî civîna konseya ewlekariyê bû û got:

“Em di rojên dawiyê yên hewildana çêkirina komîteya destûrê de ne.

Xuyaye em ê nikaribin di vê demê de komîteyeke destûrî ya giştî û pêbawer ava bikin.”

28 û 29’ê vê mehê jî tora 11’emîn a Astanayê tê lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button