Li Sakaryaya Tirkiyê teqînek rûda, 4 kes mirin, 97 jî birîndar bûne

Li navçeya Hendekê ya Sakaryayê di fabrîkaya fişekên hewayî de teqînek dijwar rû da. Herî kêm 4 kes mirin û zêdeyî 97 kes jî birîndar bûn.

Dengê teqînê ji herêmên 50 km dor jî hate bihistin.

Piştî teqînê gelek kes daketin kolalanan.

Xebatkarên tenduristiyê jî yekser berê xwe dan herêmê.

Li gorî agahiyan di karxaneya çêkirina fişekên hewayî de, nêzî 150-200 kes hebûn.

Hat ragihandin ku heta niha di teqînê de, 4 kes mirine û 97 jî birîndar bûne.

Ji ber mezahiya teqînê heta niha agahiyên derbarê rewşa giştî ya karkerên li karxanê de nayê zanîn.

Beriya niha jî di heman karxanê de du teqînê wek vê pêk hatibûn.

Di teqîna 18’ê Tebaxa 2009’an de kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 37 kes jî birîndar bûbûn.

Her wiha di teqîna 11’ê Sibata 2011’an de jî kesek miribû û 10 kes birîndar bûbû.

Back to top button