Asayîşa PDK’ê merasîma xelata rojnamevanan astengkirin

Hêzên PDK’ê merasima xelat girtina rojnamevanan asteng kir û gef li rojnamevanan xwarin. Piştî astengkirinê, hêzên PDKê li ser bûroya Tevgera Goran a Dihokê de jî girtin.

Dihat payîn îro li bajarê Dihokê Sêwana Parêzerên Aştî yên Iraqê, li ser 90 rojnamevanên Başûrê Kurdistanê xelat belavkiriba.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, merasîma xelat dayîna rojnamevanan, ji aliyê PDK’ê ve hate astengkirin û asayişê rê neda merasîm were lidarxistin.

Li ser vê yekê rojnamevanan xwestin li bûroya Tevgera Goran a Dihokê merasîmê lidar bixin.

Li gorî agahiyan, asayîşê bi hêzek zêde li ser bûroyê de girt û dest danî li ser amûrên hinek rojnamevanan.

Herwiha asayîşê ji çalakgeran xwestiye çalakiyê li darnexin û gef li rojnamevanan xwarine.

Hate ragihandin asayîşa PDK gefa eger di demek zû de çalakî bi dawî nebe wê dest dane li ser amûrên hemû rojnamegeran kir.

Back to top button