Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan û xiyaneta PDK’ê meşek li dar xist
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK’ê li ser gerîla û tecrîda li ser rêber Ocalan meşek li dar xist.
Bi hezaran şênî, endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn û Hêzên Parastina Civakî li ber hola civînan a li taxa Şêxmeqsûd dest bi meşê kirin heta Çerxerêya Şehîd Gulê Selmo.
Piştre hevserokê Meclisa Taxa Şehîd Cengîz li taxa Eşrefiyê Elî Elî axivî û tecrîda li ser rêber Ocalan, êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û hevkariya PDK’ê şermezar kir û got:
“Dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê dê careke din bi bin bikevin, çawa gerîla li Garê bi ser ket, dê li Zap, Avaşîn û Metînayê jî bi ser bikeve.”
Di dawiyê de endama Kongra Star Varjîn Mihemed jî got: “Dewleta Tirk a dagirker hemû gelên azadîxwaz dike hedef.
Dixwazin bi tecrîda li ser rêber Ocalan, rê li ber gelên herêmê bigirin.”