Li Sûriyê rewşa aborî zehmetir dibe

Li Sûriyê bi giştî û bi taybet li herêmên hikumeta Şamê, rewşa aborî têk çûyî ye.
Her dolarek zêdetirî 13 hezar leyreyên Sûrî dike.
Li herêmên hikumeta Şamê ji ber têkçûna lîreya Sûriyê kirîn û firotin sekiniye.
Hikûmet jî gazinên şêniyan paşguh dike û dev ji siyasetên xwe bernade.

Li Sûriyê bi giştî û bi taybet li herêmên hikumeta Şamê, rewşeke aborî ya gelekî xerab serdest e.

Leyreya Sûrî li hemberî dolarê Amerîkî nirxê xwe winda dike.

Li sûka reş nirxê lîreya Sûrî li hember dolar zêdetirî 13 hezarî ye.

Banka Navendî ya Sûriyê jî nirxê lîreya Sûriyê li hember her dolarekî bi 9 hezar û 900’î diyar kir.

Bi bilindbûna dolar re, madeyên Sotemenî, xwarin û derman jî bûhatir dibin.

Li piraniya saktorên bazirganiyê ji ber têkçûna nirxê LS li hember dolar kirîn û firotin rawestiyaye.

Yek ji dermanfiroşan li Helebê ku navê xwe ji ber ewlehiyê negot, da zanîn ku kesên dermanan li dermanxaneyan belav dikin ev çend rojin serî li dermanxaneya wî nedane.

Dermanfiroş destnîşan kir ku wî bi gelek kesên ku dermanan belav dikin re peywendî daniye, lê belê wan diyar kiriye ku ji ber ne-istqrarbûna nirxê lîreyê firotin hatiye qedexekirin û da zanîn ku hilberîna kargehan dikeve depoyan.

Serokê Sendîkaya Dermanxaneyan a şaxê Şamê Hesen Dêrewan jî got Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê guherantina nirxên hin dermanan nîqaş dike.

Xewdiyê kargehekê li Helebê li ser rewşa bê îsqrariyeta nirxê leyreyê li beramberî dolar ev tişt got:

“Nirxê dolar li sûka reş û li Banka Navendî ya Sûriyê ji hev cuda ye.

ji ber ku nirxê lîreyê bê îstiqrar, gelek kes daku zirarê nebînin madeyên xwe nafiroşin.

Xwediyê kargehê behsa bazirganiyê jî kir û da zanîn ku bazirganiya hundirîn rawestiyaye, lê belê ya derve bi dolar tê kirin û weha dewam dike.

Ev jî tê wateya ku tenê sûkên xwecih ji ber rawestandina kirîn û firotinê zirarê dibînin.

Li cîhanê mûçeyên karmendên hikumeta Şamê yê herî kêm e

Piştî daketina nirxê LS li hember dolar êdî mûçeyên karmendan tenê nêzî 10 dolaran dike.

Bi vê yekê, li cîhanê mûçeyên karmendên hikumeta Şamê yê herî kêm e.

Şêniyên li Herêmên Hikûmeta Şamê di nava aloziyeke aborî û jiyanî ya zehmet de dijîn.

Hikûmeta Şamê jî, gazinên gel paşguh dike û dev ji siyasetên xwe bernade.

Dolar 10 hezar lîreyên Sûrî derbas kir

Back to top button