Dolar 10 hezar lîreyên Sûrî derbas kir

Dolarê Amerîkî benda 10 hezar lîreyên Sûrî derbas dike.
Hikumeta Şamê ya mûçeyên nêzî 2 miliyon karmendên xwe bi pereyên Sûrî dide, ji vê bilindbûna dolar sûdê werdigire û ti xema bobelata bi serê xelkê de hatî, naxwe.
Banka navendî ya hikuemta Şamê jî nirxê dolar rakir 9 hezaran.

Hikumeta Şamê nirxê her dolarekî Amerîkî li banka xwe ya navendî, kir 9 hezar lîreyên Sûrî.

Ev yek di wextekî de tê ku nirxê dolarê Amerîkî li bazara reş 10 hezar lîreyên Sûrî derbas kiriye.

Piştî nêzî 12 salên kirîza li welêt, xeta xêzaniyê ya li gorî NY ji welatiyan re bûye xewn.

Ji ber krîza li Sûriyê bi milyonan kes jê koç kiriye.

Ji ber rewşa jiyanî ya dijwar jî, xelkên li derve, alîkariyê ji xizmên xwe yên li hundirê welêt re dişînin.

Ji bo ku pereyên ji derve tên li bazara reş neyên firotin, hikumeta Şamê nirxê dolar li banka xwe ya navendî bilind dike, lê tevî wê jî, kêmî ya bazara reş dimîne.

Aborîzan dibêjin, sedemên binketina lîreya Sûrî nehatine guhertin, nexasim di gel nebûna alternatîvên aborî û dewamkirina cezayên navdewletî.

Li Sûriyê, tevî kêmbûna asta şerê ku tê de nêzî nîv milyon kes hatin kuştin û bi milyonan koç kir, rewşa aborî û jiyanî her diçe xirabtir dibe.

Piraniya xelkên Sariyê îro di bin xeta xêzaniyê de dijîn.

Li gorî NY jî, ewlekariya xurekan a bêhtirî 12 milyon kesî li Sûriyê tune ye û nêzî 2,7 milyon kes jî xwedî ewlekariyeke metirsîdar a xurekan in.

Back to top button